Aborî

Warêla nefta Brentê bi 65,34 dolarî ye

Warêla nefta Brentê di roja yekemîn a şixul da bi 65,34 dolarî tê firotin

Önder Beyter  | 19.02.2018 - Rojanekırın : 19.02.2018
Warêla nefta Brentê bi 65,34 dolarî ye

Ankara

ANKARA

Warêla nefta Brentê di roja yekemîn a hefteyê da di piyaseyên navneteweyî da bi 65,34 dolarî tê firotin.

Bihayê warêla nefta Brentê ku roja înê di ser 64,52 dolarî ra dest bi rojê kir û di nava rojê da jî derket ser asta 65,10 dolarî, îro serê sibê bi 64,88 dolarî va dest pê kir. Warêla neftê ji saet 09.25 pê va ji sedî 0,7 rabû û di ser 65,34 dolarî ra miemeleyê dibîne. Di heman kêliyê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî di ser 62,24 dolarî ra hat firotin.

Li gorî pisporan bihayê neftê yê ku di destpêka hefteyê da rabû, xwe dispêre şikandina nirxê dolar, liva li noqteyên ku rageşiya jeopolîtîk lê hene û piyaseyên Asyayê di serî da xurtbûna piyaseyan.

Pispor herwiha balê dikişînin ku daxuyaniyên Îsraîlê yên der barê Îranê da û helwesta şirketa Saudi Aramco ya Erebistana Siûdî wê bibin sedem ku bihayê neftê yê di asta kurewî da rabe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.