Dinya

Kalin gora hunermend Ahmet Kaya ziyaret kir

Berdevkê Serokomariyê Kalin gora hunermend Ahmet Kaya ziyaret kir

Sevim Hatun  | 20.11.2017 - Rojanekırın : 21.11.2017
Kalin gora hunermend Ahmet Kaya ziyaret kir

Paris

PARİS

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin gora hunermend Ahmet Kaya ziyaret kir.

Kalin kulîlk danî ser gora Ahmet Kaya ya li Pere-Lachaiseya Parîsê, demeke li ber serê wî ma û dia kirin.

Kalin li vir daxuyanî da endamên çapemeniyê, got ku di salvegera wefata Kaya da, Kaya li ser gora wî bi rehmet û minet bibîranîn.

Kalin got ku Ahmet Kaya yek ji hunermendên anadoluyê yê "behre dilnizm" bû. Kalin wiha dewam kir:

"Belê li vir çîrokeke xemgîn a xerîbiyê dertê. Hunermendek bi vî qasî ji av, ax, ro, bayê welatê xwe hez dike, ji welatê xwe dûr wefat kir. Ev çîrokek hezîn e.

Ahmet Kaya li xerîbiyê ma. Ev tiştekî zehmet e. Lê jibîrbûn, terikandin ne tiştekî li gorî Ahmet Kaya bû. Wî her tim ji bo xweşikiyê welatê xwe, şer kiriye, li ber xwe da ye. Ji ber vê yekê heta em rê wî hebû bi êşên xwe jiya. Wextê digot 'sitêrk ketinas er porê min, jê meke dayê' ya rast wê gavê behsa ewladeke ku di dilê hemû dêyan de cî girtiye îfade dikir, hestên wî ewladê îfade dikir."

Kalin diyar kir ku Ahmet Kaya bi saza xwe bi gotinên xwe bi helbestên xwe her tim li bal miletê xwe bû û wiha axivî:

"Roj hat çepgirên binamûs ên vî welatî parast, roj hat piştgirî da rastgiran. Roj hat mafê jinên mexdûr ên 28ê Sibatê parast. Ji ber vê yekê di dilê însanê me de cî çêkir. Em cardin Ahmet Kaya bi rehmet bibîrtînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın