Dinya

Li Amerîkayê pêşkêşvana radyoyê di weşana zindî da welidî

Li Amerîkayê Cassiday Proctora di radyoyeke herêmî da pêşkêşvaniyê dike di weşana zindî da welidî

Nihat Kavşut  | 22.02.2018 - Rojanekırın : 24.02.2018
Li Amerîkayê pêşkêşvana radyoyê di weşana zindî da welidî

Ankara

ANKARA

Li Amerîkayê Cassiday Proctora di radyoyeke herêmî da pêşkêşvaniyê dike di weşana zindî da welidî.

Li gor nûçeya BBCyê Proctora li bajarê St. Louisê di radyoya "The Arch"ê da bernameya sibehê pêşkêş dike biryar da ku di weşana zindî da biwelide.

Rayedarên radyoyê bi nexweşxaneya ku Proctor wê lê biwelide ra axivîn û dema welidînê jî ji bona weşana zindî destûr hat hildan.

Pêşkêşvana ku bi sezaryenê welidî rewşa xwe bi guhdarvanên xwe ra parve kir.

Proctorê diyar kir dergûşa wê 2 hefte zû hatiye dinyayê û wiha got: "Ev tecrubeyeke gelek balkêş bû ku min bi guhdarvanên xwe ra parve kir."

Li gor agahiyan dergûşa kurîn 3 kîlo û 300 gram hat dinyayê û bi dengdayîna guhdarvanan navê Jameson lê kirin.

Hat diyarkirin Proctora ku derket betlaneya welidînê wê demekê navber bide pêşkêşkirina bernameyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.