Dinya

Li Xûtaya Rojhilat a di bin dorpêçê de ye hejmara dergûşên dimrin zêde dibe

Li Xûtaya Rojhilat a di bin dorpêça rejima Beşşar Esed da ye ji sala 2014an vir va 527 dergûş ji ber birçîbûnê û kêmasiya dermanan mirin

Türkan Tosun  | 20.11.2017 - Rojanekırın : 22.11.2017
Li Xûtaya Rojhilat a di bin dorpêçê de ye hejmara dergûşên dimrin zêde dibe

Doğu Guta

XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA 

Li Xûtaya Rojhilat ya li Şama paytextê Sûriyeyê di bin dorpêça rejima Beşşar Esed da ye ji ber birçîbûn û kêmasiya dermanan hejmara dergûşên dimrin her roj zêde dibe.

Xûtaya Rojhilat 5 sal in di bin dorpêça rejima Esed da ye û qasî 400 hezar kesên sivîl di nav şert û mercên dijwar da dijîn.

Xurek û dermanên ku bi qaçaxî dixistin herêmê ji ber ku rejimê dorpêça xwe zêde kir 8 meh berê hat sekinandin.

Li gor agahiya Nexweşxaneya Îxtisasê ya Çoltera Şamê ji ber ku rejim der ku diçe dorpêçê zêde dike hejmara dergûşên dimirin zêde dibe.

Di nexweşxaneyê de derfet kêm in û hejmara xebatkaran jî ne zêde ye lê çi ji destên wan bê dikin.

Li gor daneyên nexweşxaneyê ji sala 2014an vir va li Xûtaya Rojhilat 297 dergûş piştî ku hatin dinyayê, 230 dergûş jî paşê mirin.

Di sala 2014an de hejmara dergûşên dimirin 15 bû, di sala 2015an de 112, lê di sala 2016an de ev rêje derkete 173an. Di 10 mehên ewil ên sala 2017an de jî hejmara dergûşên dimrin pir zêde bû û bû 227.

Li Xûtaya Rojhilat di 9ê mijdarê de Mutasîm Arbaşê 14 mehî, di 21ê cotmehê de jî Seher Dîfdaya yek mehî ji ber birçîbûnê mirîbûn.

Li Xûtaya Rojhilat 17 hezar û 700 dergûşên ku temenê wan 2 salî bîçûktir in jê ji sedî 40ê wan alîkarî hildida lê niha hilnadin û hewcedariya wan heye.

Li herêmê 8 hezar û 500 dergûşên ji şeş mehan biçûktir in, 9 hezar û 200 dergûşên ku temenê wan di navbera 6 meh û 2 salî de ne hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.