Dinya

Pentagonê ji bo hevkariya YPG/PYD-Esed xwe bêdeng kir

Berdevkê Pentagonê White: "(Li Efrînê hevkariya komên terorîst ên alîgirên Esed û YPG/PKKyê) Ev der cihê şerekî tevlihev e. Ji ber vê jî em ji hemû aliyan dixwazin ku bila bala xwe bidin ser DEAŞa ku tehdîda hevpar e."

23.02.2018 - Rojanekırın : 24.02.2018
Pentagonê ji bo hevkariya YPG/PYD-Esed xwe bêdeng kir

Washington DC

WASHINGTON 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Dana White ji bo pirsên der heqê hevkariya komên terorîst ên alîgirên Esed ku xwestin li Efrînê piştgiriya YPG/PKKyê bikin, bersivek maqûl neda û xwe ker kir.

White di civîna çapemeniyê ya heftane da pirsên rojnamegeran bersivand û ji bo pirsa gelo mirov dikare ji bo komên terorîst ên alîgirên Esed ku dixwestin li Efrînê alîkariya YPG/PKKyê ya rêxistina terorê bikin, bibêje ev hevkariye yan na?

Di bersiva xwe da berdevkê Pentagonê got ku der heqê mijarê da gahiyên wî zêde tunene û ewê bi nivîskî bersiva vê pirsê bide.

Nûçegihanê TRT Xeberê got: "Gelo we ew dîmenên pêşwazîkirina YPG û HDSyê yên li hemberî hêzên alîgirên Esed û milîtanên piştgirên wan Îran e dît? Ew herdu jî neyarên Amerîkayê ne, Amerîka dixwaze ji aliyekî va tesîra Îranê ya li herêmê kêm bike û wan ji Sûriyeyê derxe, gelo Pentagon ji bo şirîkên Amerîkayê yên li qadê ku bi neyarên Amerîkayê ra îtifaqê dikin, çi difikire? Berdevkê Pentagonê White li ser pirsa biisrar got: "Ev der cihê şerekî tevlihev e. Ji ber vê jî em ji hemû aliyan dixwazin ku bila bala xwe bidin ser DEAŞa ku tehdîda hevpar e. Şer hê jî neqediyaye û her tiştê ku ji şerê li dijî DEAŞê dûr bixe, baldariyê têk dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.