Dinya, Xeberên saziyî

Rojnamevanên Sûriyeyî AA ziyaret kirin

Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mutanoglu: "Hûn wek doxtor carna heyata kesekî xilas dikin. Wek rojnamevan jî carna bi nûçeya ku çêdikin dikarin ku heyata hezaran mirovî xilas bikin"

Elif Orhan  | 22.02.2018 - Rojanekırın : 24.02.2018
Rojnamevanên Sûriyeyî AA ziyaret kirin

Ankara

ANKARA

25 rojnamevanên ku li Gazîentabê perwerdeya Tirkî sitandin Anadolu Agency (AA) ziyaret kir.

Rojnamevanên Sûriyeyî yên ku li kursên Tirkî yên ku di bin banê Midûriya Bajêr a Enformasyon, Çapemenî û Weşanê ya Walîtiya Gazîentabê bi piştgiriya Enstîtuya Yunus Emre (YEE) tên dayîn dewam dikin bi Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Berpirsyarê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu û Berpirsyarê Weşana Nûçeyên Navneteweyî Faruk Tokat û Berpirsyarê Weşana Zimanên Dinyayê Mehmet Ozturk re hatin bal hev.

Mutanoglu di Hêwana Konferansê ya AAyê xitabî rojnamevanên mêvan kir û diyar kir ku rojnamevanî pîşeyekî wekî doxtorî û mamostetiyê pîroz e û got ku "Hûn wek doxtor carna heyata kesekî xilas dikin. Wek rojnamevan jî carna bi nûçeya ku çêdikin dikarin ku heyata hezaran mirovî xilas bikin."

Mutangolu diyar kir ku dê şerê li Sûriyeyê rojekî xilas bibe û got ku bi xilasbûna şer Sûriyeyiyên ku dê li Tirkiyeyê bimînin dê navbera her du welatan de têkilî daynin.

Mutanoglu qal kir ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de têkiliyên nêz hene û got ku "Bi pîşeya rojnamevaniyê em hem feydeyê didin welatên xwe hem jî dinyayê."

Mutanoglu bal kişand ku AA tenê ji aliyê pîşeyî ve tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin nabîne û got ku "Em hember bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin wekî ku li mala me diqewime dinêrin. Ji ber wê em di nav wê hewldanê de ne ka emê pirsgirêka ku li Sûriyeyê diqewime çawa ragihînin dinyayê, çawa bînin civaka navneteweyî."

Mutanoglu da zanîn ku li Sûriyeyê nêzî 20î xebatkarên AAyê hene û qal kir ku wêne û dîmenên ku AAyê li wir kişandin gelek caran Kovara Timeyê, rojnameyên Guardîan û Lîberatîon jî di nav de di şaxên çapemeniya navneteweyî de derketin.

Mutanoglu di pêşkêşiya xwe ya ji bo rojnamevanên Sûriyeyî de ji xebatên AAyê yên ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin radigihîne dinyayê mînak nîşan dan.

- "Di bingeha rojnamevaniyê de divê feydaya ji bo mirovahiyê hebe"

Mutanoglu diyar kir ku hêmana herî girîng a di nûçeyê de mirov e û got ku "Divê di bingeha rojnamevantiyê de mantiqeke ji bo feydeya mirovahiyê hebe. Carna nûçeyekî şer çêdikin, carna nûçeyekî diziyê çêdikin, carna jî bûyerekî ku zirarê dide mirovan derdixînin holê lê di bingeha hemûyan de mirov heye."

Mutanoglu diyar kir ku AA ji 20ê zîdetir xebatkarî re Herekata Çiqlê Zeytûnê dişopîne û qala berhemên propagandaya reş ên ku di vê heyamê de ji ser çapemeniya civakî derketin kir û wiha axivî:

"Me di operasyona Efrînê de ji bo ku nûçeyên derew ên dijberê Tirkiyeyê vala derxînin yekîneyek ava kir. Di parvekirinên ku qetlîamên rejima Sûriyeyê wekî ku "Artêşa Tirkiyeyê kir' nîşan didin de bi xebateke tîtîz rastiya bûyerê derdixînin. Em nûçeya derew û ya rast didin hemberî ev û propagandaya reş vala derdixînin."

- "Li AAyê ji 107 tebayên cuda xebatkar hene"

Berpirsyarê Weşana Nûçeyên Navneteweyî yê AAyê Faruk Tokat jî qala teşekûla global a AAyê kir û da zanîn ku li 97 welatan nûnertiyên AAyê hene û ji 107 tebayên cuda xebatkar hene.

Berpirsyarê Weşana Zimanên Dinyayê Mehmet Ozturk jî got ku AA ji bilî Tirkî bi 12 zimanan weşanê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın