Jiyan

Tê texmînkirin li Rojhilatê bayekî gurr bê û berf bibare

Hat ragihandin ku dê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf bibare

Sevim Hatun  | 20.11.2017 - Rojanekırın : 22.11.2017
Tê texmînkirin li Rojhilatê bayekî gurr bê û berf bibare

Erzurum

ERZURUM

Hat ragihandin ku dê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf bibare.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê sayî û nîvsayî be.

Tê texmînkirin ku li herêmê germahî li gor demsalê 2-4 pile zêde be.

Germahiya hewayê ya herî kêm li Erzirom û Erdêxanê 1, li Tunceliyê 2 pile, li Agirî û Qers 3, li Erzingan û Îdirê 5 pile hat pîvan.

Di nav rojê de germahiya hewayê ya herî zêde wê li Îdirê 12 pile, li Erzinganê 11 pile, li Tûnceliyê 10 pile, li Qersê 9 pile, li Agiriyê 8 pile, li Erdêxan û Erziromê 7 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın