Nûçeyên analîzê

Li Myanmarê rûyê rastîn yê Amerîkayê eşkere bû

Misilmanên Arakanê li ber çavên dinyayê ji îmtihaneke mezin derbas dibin. Artêşa Myanmarê û hin komên bûdîst li Arakanê nabêjin ev zarok, dergûş, jin yan jî kal û pîr e însanan qetil dike.

Nihat Kavşut, Türkan Tosun, Abdullah Tel, Fatih Gazioğlu  | 18.11.2017 - Rojanekırın : 19.11.2017
Li Myanmarê rûyê rastîn yê Amerîkayê eşkere bû

Ankara

ANKARA - Mehmet Öztürk

Misilmanên Arakanê li ber çavên dinyayê ji îmtihaneke mezin derbas dibin. Artêşa Myanmarê û hin komên bûdîst li Arakanê nabêjin ev zarok, dergûş, jin yan jî kal û pîr e însanan qetil dike. Li herêmê tecawiz heye û gund û avahî tên şewitandin.

Konseya Rohîngyayê ya Ewropayê vê wek "qetlîameke hêdî hêdî " pênase dike, lê ji 25ê tebaxê vir va qetlîam zêde dibe. Li Arakana ku welatê dîrokî yê Rohîngyayê ye hema bêje mislimanên arakanî nemane.

Li gor daneyên dawîn yên Neteweyên Yekbûyî (YE) hejmara kesên revîne Bangladeşê 617 hezar û 500 e û ev jimar her diçe zêde dibe.

Ebûl Hesen Mehmûd Eliyê Wezîrê Karên Derva yê Bangladeşê destnîşan dike meha îlonê nêzî 3 hezar misilmanên Arakanê bi destê artêşa Myanmarê hatine kuştin. Ji ber ku çûn û hatina li herêmê qedexe ye jimareke sererast tuneye û dibe ku jimar zêdetir be.

Di sala 2016an de piştî qetlîameke bi vî rengî ya artêşa Myanmarê Neteweyên Yekbûyî raporek weşandibû, qetlîam, destdirêjî û sûcên din ên dijî mirovahiyê yên artêşa Myanmarê belge kiribû.

Tirkiye û hinekên din bertekan nîşan didin, lê dîsa jî Amerîka, Çîn, Rûsya, Hindistan di serî da hemû dinya û civaka navneteweyî li hember vê komkujiyê bêdeng dimîne. Mînaka dawîn Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tîllerson e.

Tîllerson di 15ê mijdarê de çû ziyareta Myanmarê û li wir bi San Suî Kyî û Serfermandarê Artêşa Myanmarê Mîn Aung Hlaîng re hevdîtinan pêk anî. Tîllerson daxuyand ku Amerîka wê li hember Myanmarê mueyîdeyên aboriyê neke.

Tîllerson û ji ber vê jî Amerîka li Arakanê ew sûcên ji kuştina pitikan bigir, heta destdirêjiya li ser qîz û jinan, ji wir jî bigir talankirina mal û milkên ku bu sedema koçkirina sed hezaran kesî ya di raporên NYê da cih girtibûn jî wek sûcê çend esker û budîstên tundraw nîşan da. NY jî di nav saziyên navneteweyî û Konseya Rohîngyayê ya Ewropayê jî bi rapora "hêdî hêdî qirqirin" a misilmanên arakanî bala çar aliyê dinyayê kişandibûn lê Amerîka digel wan raporan sûcê li meydanê avêt ser esker û budîstên tundraw. Wê jî bi çend raporên ku hê jî ne diyar e wê kî bîne va girê da û got ku heke raporên "ewle (credible)" bên Amerîka amade ye ku hikûmeta Myanmarê bi wan sûcan derxe pêş darazê.

Ji xeynî vê Tîllerson şer û operasyonên li herêmên din ên Myanmarê diqewimin jî anî rojevê û xwest ku girîngiya bûyerên li Arakanê diqewimin kêm bike. Meseleya biryara tiştên ku li Rohîngyayê diqewimin ji hêla Amerîkayê va wek "qirkirin" tê binavbikin yan na jî hişt piştî serdana Myanmarê.

DYA li vê derê we tiştên ku li herêmê diqewimîn naxwaze bibîne û di hemû bûyeran de sedemê jî êrîşên rêxistina ARSAyê nîşan dide. Amerîka bi vê jî sûcên dijî mirovahiyê yên ku li Rohîngyayê tên kirin 'sîstematîk' nabîne.

Lê Hikûmeta Myanmarê beriya salekê jî heman tişt di 25ê tebaxê de kiribûn. Der barê misilmanên Arakanê de Neteweyên Yekbûyî dibêje 'li ser dinyayê welatê herî zêde zilm dîtine.'

Welhasilê kelam bi ziyareta Tîllorson a Myanmarê rûyê rastîn yê Amerîkayê eşkere bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.