prensîbên weşanê
Anadolu Agency di dema şer, pevçûn, teror, tundî û afatê de bi rêgezên wiha nûçeyan diweşîne:
Anadolu Agency;
- Di dema şer, pevçûn, teror, tundî û afatê de wexta ku ji bo agahdarkirina raya giştî nûçegihaniyê dike, li gor mafên mirovan yên gerdûnî, li gor ewlehiya neteweyî û li gor pergala qamûyê tevdigere û di vê mijarê de weşangeriya ku hay berpirsiyariyên xwe heye, dike.
- Weşangeriya ku wê civatê sewqî tundî, teror, cihêkeriya netewî bike an jî weşana ku gel li gor çîn, netew, ziman, bawerî, zayend û herêman ji hev cihê dike û dibe sedema kîn û dijminahiyê red dike.
- Ji her cûre weşana ku dibe sedema tirs, alozî, dijminahî, panîk û çavtirsandinê, ku ev di nav mirovan de hestên nefretê çêdike, dûr disekine.
- Di nûçeyên xwe de dîqet dike ku nûçe mirovan teşwîqî tundiyê nekin, nebin sedema travmayan, rêgezên wekhevî û edaletê binpê nekin, rûmeta mirovan piçûk nexin, teşwîqî cihêkeriyê nekin.
- Nûçeyên şer, pevçûn, teror û tundiyê mezin nake, li gor daneyên objektif nûçeyan çêdike û çiqas ji dest bê çavkaniya nûçeyê dide û nûçeyê diweşîne. Li gor weşanên ku bi deste merciyên rayedar tên qedexekirin tevdigere.
- Kesên ku di êrîşa terorê an jî afatên siruştî de dimirin, heta ku malbatên wan bi wan nehisin, navê wan naweşîne.
- Ji ber ku jiyana mirovan qudsî qebûl dike û dev ji vê qudsiyeta jiyana mirovan bernade, nûçeyên ku der heqê bûyerên teror, tundî û afatê çêdike de mexdûr û xizmên mexdûran rencîde nake û weşana bi vî rengî nake.
- Di şer, pevçûn, teror û afatan de kî dibe bila bibe, mahremiyeta kesan diparêze û li gor vê esasê tevdigere ku ji bo rûmeta miriyan rêz bê nişandan.
- Ji weşandina dîmen û wêneyên înfazkirina cezayê îdamê û ji dîmen û wêneyên kuştina mirovan direve.
- Dîmenên ku wê di raya giştî de bibe sedema travmaya psikolojîk û rûmeta mirovan binpê bike, dîmenên ku rûyê mirî û birîndaran, bedena ku hatiye perçekirin an jî dîmenên lebatan naweşîne.
- Weşana ku rasterast an jî bi awayên din propagandaya rêxistinên sûc û terorê dike, naweşîne.
- Ziman, jargon, pênase, îmaj û îmayên rêxistinên terorê bi kar nayne û piştgiriyê nade propagandaya terorê.
- Dema ku afatek, tundî an jî bûyereke terorê dertê, nûçe û dîmenên van afat û bûyeran di çarçoveya feyde û piştgiriya civatê de diweşîne û digihîne aboneyên xwe, cih nade nûçe û dîmenên sansasyonel.