Polîtîka

Berdevkê Serokomariyê Kalin ji France 24ê ra xeberda

Berdevkê Serokomariyê Kalin got:"Ez hûrgiliyan nizanim. Em ê bibînin. Tiştên heta vê gavê me gotin li gor daxuyaniya NATOyê bûn. Em texmîn dikin ku wê lêpirsînek bê destpêkirin, herwiha me bihîst ku hin kes jî ji kar avêtine."

EKÎP  | 21.11.2017 - Rojanekırın : 21.11.2017
Berdevkê Serokomariyê Kalin ji France 24ê ra xeberda

London

PARÎS

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got ku lazim e der heqê "di tetbîqata NATOyê de bikaranîna wêneyê Ataturk û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan" lêpirsîn were destpêkirin.

Kalin ji televîzyona France 24ê re axivî, diyar kir ku Tirkiye yek ji mitefîqên hêzdar ê NATOyê ye û wiha dewam kir: "Em beşdarî gelek tetbîqatan bûn. Ji 50 salî zêdetir e ku em ji perçeyên NATOyê yek in. Lê divê ev bûyer bi hûrgilî were nirxandin û der barê bûyerê de lêpirsîn bê kirin. Kî ev yek kir, kî ew wêne danîn wir û hwd? Di sîstemeke bi vî qasî hişk de çawa tiştekî wiha dibe ez nizanim."

Kalin got ku di vê mijarê de NATOyê ji Tirkiyeyê lêborîna xwe xwest û li ser pirsa "Gelo ev bûyer qeza ye an na?" wiha axivî:

"Ez hûrgiliyan nizanim. Em ê bibînin. Tiştên heta vê gavê me gotin li gor daxuyaniya NATOyê bûn. Em texmîn dikin ku wê lêpirsînek bê destpêkirin, herwiha me bihîst ku hin kes jî ji kar avêtine."

- Têkiliyên bi Amerîkayê re

Der barê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û rageşiya ku di dozên FETO û Riza Sarraf de çêdibin de Kalin got têkiliyên herdu welatan heta rêvebiriya Obama normal meşiyane lê piştî ku di têkoşîna dijî DEAŞê de Amerîkayê piştgirî daye PYD/YPGyê pirsgirêkan dest pê kiriye.

Berdevk Kalin got pirsgirêka din a bi Amerîkayê re jî der barê FETO de ye û wiha dewam kir: "Alîgirên Gulen li Amerîkayê dijîn, mektebên wan hene, di vîzeyan de sextekariyan dikin, pereyên qirêj qanûnî dikin û li gor xwe bi kar tînin. Niha ji hewl didin sîstema Amerîkayê dijî Tirkiyeyê bi kar bînin. Mînak dozên Sarraf an jî bankaya Halkbankê perçeyekî vê ye."

Kalin got Tirkiye li gor peymana sala 1960an ya ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hatiye îmzekirin û behsa teslîmkirina sûcdaran dike Fetullah Gulen dixwaze û wiha pê de çû: "Emê li ser vê bixebitin. Ev tesîreke neyênî li ser têkiliyên me dike. Lewra heke hûn li welatê xwe destûrê bidin komeke wiha emê çawa bersivê bidin?"

Li ser pirsa 'hewl tê dayîn ku di navbera Serokomar Erdogan û Sarraf de têkiliyek bê nîşandan' Kalin got têkiliyeke wiha tune û ew dixwazin şerefa Serokomar re bilîzin û zirarê bidin wî.

Ji bo pirsa 'Ev dozeke siyasî ye gelo?" Kalin got: "Belê, ev dozeke siyasî ye. Teqez dozeke siyasî ye."

Kalin ji bona pirsa "Ev îdiayeke cidî ye. Hûn dixwazin bibêjin di hedefa pergala edaletê ya Amerîkayê da serokomarê we heye?" wiha got: "Em her dem vê dibêjin. Ev dozeke siyasî ye. Em ji derva vejenê dikirin û di dema sepandinan da em mecbûr bûn bi Îranê ra ticareteke wiha bikin. Me gotibû em ê bi hin rêyên din vê bikin. Banke û wezîrê me yê aboriyê jî ketin nav meseleyê. Haya Amerîkayê ji her tiştî heye. Niha jî piştî 3-4 salan doza ku Gulenparêzan anîn rojevê û hat redkirin derdixin pêşberî me. Niha jî bi heman sûcî li Amerîkayê darizandin tê kirin."

Îbrahîm Kalin li ser pirsa "Ev kî ne? Rêvebiriya Trump e?" wiha xeberda: "Ev rêvebiriya Trump nîne. Kesên eşkere ne di nav pergal û dadê ne ku Gulenparêz bi wan ra ketine têkiliyê."

Kalin ji bona pirsa "Li gorî we pergala darazê ya Amerîkayê bi destê Gulenparêzan tê îdarekirin?" wiha axivî: "Hûn vê dibêjin. Ez dibêjim mesele bûye meseleyeke siyasî. Dema em li armanca dozê dinihêrin tişta ku li Tirkiyeyê xwestin bikin û bi ser neketin li holê ye."

Îbrahîm Kalin li ser pirsa "Sarraf bi kesên li Amerîkayê lêpirsîna dozê dimeşînin ra li hev kiriye yan na?" wiha got: "Ez hûrgiliyên dadgehê nizanim. Ev pêvajoyeke darazê ye. Cardin dubare dikim em ji xeynî çarçoveya hiqûqî tiştekî din naxwazin. Lê mixabin rêvebiriyên Obama û Trump di vê mijara girîng da tiştek nekirin. Ev jî tesîrê li têkilî û pêwendiyên hevkaran dike."

- Têkîliyên PYD/YPG û Amerîkayê

Kalin li ser peymana ku li Reqayê di navbera YPG/PYD û DEAŞê hatibû kirin jî de wiha got:

"Ya ewil ev peyman tiştekî eceb e. Gava me ev bihist me bertek nîşan da. Lê li gor min vê ev tişt nîşanî da, divê rexistineke şibiya YPG/PYDyê dijî rexistineke şibiya DEAŞê piştgiriyê nedinê. Ev xelet bû. Me ji serî de gotibû wan. Hûn bi rêxistinekê nikarin bi rexistineke din re şer bikin. Me beriya vê jî demekê gotibû, PKK di belgeyên xwe de jî YPG/PYDyê wekî perçeyekî xwe dibîne. PKK rêxistineke terorê ye. Gava hûn YPG/PYDyê dinêrin hûnê bibînin ku hemû telîmatên xwe ji Qendîl û PKKyê werdigirin."

Kalin diyar kir ku dibêjin hêza PYD/YPGyê ya di têkoşîna dijî DEAŞê de hêza herî bi bandor e, lê ev rast nîne. Kalin wiha dewam kir:

"Amerîkayê di serî de ev arîkarî şûna wan daba Artêşa Azad a Sûriyeyê, tirkmenan an jî komên ereban, ewê di têkoşîna dijî DEAŞê de serkeftîtir bibûna."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın