Li Çiyayê Boluyê barîna berfê
Li texma rêbeja Anadoluyê û rêya D-100 nêzîkî Çiyayê Boluyê barîna berfê bandorê dike.
Bolu
BOLU
Hat ragihandin ku li texma rêbeja Anadoluyê û rêya D-100 nêzîkî Çiyayê Boluyê barîna berfê bandorê dike.
Duh êvarê li herêmê baranê dest pê kir û piştî baranê bi şev berf bi tesîr bû.
Li texma rêbeja Anadoluyê û rêya D-100 nêzîkî Çiyayê Boluyê barîna berfê bandorê dike û qalindahiya berfê gihaşt 10 santîman.
Ekîbên rêbejan li cihên berf bi tesîr e xebatên xwe didomînîn.
Ji ber berfê car caran qezayên trafîqê qewimîn û hin wesayîtan xisar dît.
Ekîbên rêbej û trafîkê li guzergahên diyarkirî tedbîr standin û ajokar di mijara navbera teqîb û leza zêde de hişyar kirin.
Her wiha li navenda bajarê Boluyê jî qalindahiya berfê gihaşt 5 santîman û barîna berfê bênavber didome.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.