Tirkiye

"Operasyona li Efrînê ji bona selameta Kurdan tê kirin"

Giregir û rûsipiyên li Şirnexê destnîşan kirin ku piştgiriyê didin Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê tê meşandin.

23.02.2018 - Rojanekırın : 24.02.2018
"Operasyona li Efrînê ji bona selameta Kurdan tê kirin"

Şırnak

ŞIRNAK

Giregir û rûsipiyên li Şirnexê destnîşan kirin ku piştgiriyê didin Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê tê meşandin.

Arslan Tatarê ji giregirên Şirnexê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir piştgiriyê didin operasyona Efrînê û got ku ji malbata me 2 hezar kes amade ne ku herin operasyonê.

Tatar destnîşan kir bi salan e tevî malbata xwe dijî terorê disekine û wê her dem bisekinin û wiha got: "Em her dem li cem dewleta xwe ne. Divê Tirk û Kurd ji vir pê da jî bibin yek."

Mehmet Nûrî Gençê li Îdila navçeya Şirnexê dijî destnîşan kir operasyon dijî Kurdan nayê kirin û got ku operasyon ji bona Kurd ji zilma PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê xilas bibin tê kirin.

Genç diyar kir di operasyonê da sivîl zirarê nabînin û wiha got: "Ji bona selamet û îstiqbala Kurdan operasyon pêwîst e. Operasyona li Efrînê ji bona selameta Kurdan tê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın