Spor

Bayer Munîhê Beşîktaş têk bir

Di pêşbirka ewil a tura 16 tîmên dawîn ên Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Beşîktaş li hemberî Bayer Munîhê 5 û 0 têk çû.

Abdullah Tel  | 21.02.2018 - Rojanekırın : 21.02.2018
Bayer Munîhê Beşîktaş têk bir

Schleswig-Holstein

MUNÎH

Di pêşbirka ewil a tura 16 tîmên dawîn ên Lîga Şampiyonan a UEFAyê da nûnerê Tirkiyeyê Beşîktaş li hemberî Bayer Munîha nûnerê Almanyayê 5 û 0 têk çû.

Di deqîqeya 16mîn a pêşbirkê da Lewandowskî beriya bikeve seha cezayê bi mudaxeleya Vîda li erdê ket û hakem Hategan ji ber vê tevgerê rasterast qerta sor nîşanî Vida da û ew ji pêşbirkê avêt.

Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 43yemîn da bi pasa Alaba va ji hêla Muller va hat avêtin. Nîva ewil a pêşbirkê 1 û 0 bi serdestiya Bayer Munîhê bi dawî bû.

Di deqîqeya 53yemîn a pêşbirkê da Bayer Munîh bi gola Coman va 2 û 0 bi pêş ket û di deqîqeya 66an da Muller careke din xwe nîşan da û tîma xwe 3 û 0 bi pêş xist.

Di deqîqeya 79 û 88an da gogbazê Polonyayî Lewandowskî li ser navê tîma xwe 2 gol avêt û skor bû 5 û 0.

Beşîktaşa mazûvan a ku li hemberî reqîbê xwe 5 û 0 têk çû ji bo fînala çaryekê şansê xwe gelekî kêm kir.

Di encama pêşbirkê da hin dildarên fitbolê gotin ku Beşîktaş ji ber gogbazê xwe yê qerta sor dît li hemberî reqîbê xwe perîşan bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.