Beşîktaş derdikeve pêşbirka dîrokî
Tîma reş-spî di pêşbirka pêncemîn a Grûba G ya UEFA Lîga Şampiyonan da wê sibê Portoya nûnerê Portekîzê biezimîne
Istanbul
ÎSTANBUL
Beşîktaş di kûpayên Ewropayê da wê sibe derkeve yek ji pêşbirkên xwe yên dîrokî.
Tîma reş-spî ya ku di Grûba G ya UEFA Lîga Şampiyonan da bi 3 xalibiyet û beramberiyekê va 10 pûan berhev kirin û bû yekemîna grûbê, wê di pêşbirka hefteya 5emîn da sibê Portoya nûnera Portekîzê biezimîne.
Pêşbirka Beşîktaş û Portoyê wê di saet 20.00an da li Vodafone Parkê dest pê bike û li ser şaşeya TRT1ê zindî bê dayîn.
Tîma reş-spî di pêşbirka yekemîn a grûbê da li deplasmanê hevrika xwe 3-1 mexlûb kir. Beşîktaşê ev jîrtiya xwe di pêşbirkên din da jî dewam kiribû û herwiha Leipzig 2-0 û Monaco jî 2-1 têk biribûn. Beşîktaş herî dawî di pêşbirka ligel Monacoyê da 1-1 beramber mabû.
- Beramberî jî têrê dike
Ji bo ku ji grûbê derkeve beramberî jî wê têra Beşîktaşê bike.
Tîma reş-spî heger beramber bimîne wê pûanên xwe derxe 11an û derbasî tûra jorê be.
- Di Grûba Gyê da rewşa pûanan
Di Grûba Gyê da pûanên tîman wiha ye:
Tîm | L | X | B | M | GA | GX | Av. | P |
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Beşîktaş | 4 | 3 | 1 | 0 | 8 | 3 | 5 | 10 |
Porto | 4 | 2 | 0 | 2 | 9 | 7 | 2 | 6 |
Leipzig | 4 | 1 | 1 | 2 | 5 | 8 | -3 | 4 |
Monaco | 4 | 0 | 2 | 2 | 3 | 7 | -4 | 2 |