Messî gola xwe avêt Chelseayê jî
Lîonel Messiyê gogvanê Barcelonayê di Lîga Şampiyoniya UEFAyê heta niha 122 pêşbirkên ku leyîstibûn de 98 gol avêtin
Istanbul
ÎSTANBUL
Lîonel Messiyê gogvanê Barcelonayê di 122 pêşbirkên Lîga Şampiyoniya UEFAyê ku leyîstibûn de 98 gol avêtin. Messî heta niha cara ewil e ku golê diavêje Chelseaya tîma Îngilîz.
Duh li Londraya paytextê Îngilistanê Barcelona di pêşbirka Lîga Şampiyoniya UEFAyê de bû mevanê Chelseayê û 1-1 beramber ma.
Chelsea bi gola Wîllîanê 1 û 0 ket pêşiyê, Barcelonayê jî bi gola Messî bersiv da û skor kir 1-1.
Messiyê gogvanê Barcelonayê di 122 pêşbirkên Lîga Şampiyoniya UEFAyê ku leyîstibûn de 98 gol avêtin. Tîmên ku heta nihaji Messî tu gol nexwarine ev in: "Înter, Benfica, Atletico Madrîd, Lîverpool, Udînese û Rubîn Kazan."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.