Tirkiye

Ji do heta îro serokên Meclisa Tirkiyê

Serokê yekem ê Meclisa Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk bû. Serokê yekem ê ku di dinyayê de hem Serokatiya Meclisê birêve bir û hem jî di şer de wezîfeya Serfermandeyiyê kir Ataturk bû

Muhammet Kurşun  | 21.11.2017 - Rojanekırın : 21.11.2017
Ji do heta îro serokên Meclisa Tirkiyê

TBMM

TBMM

Serokê yekem ê Meclisa Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk e û hetanî roja me bi tevahî 29 kesan wezîfeya Serokatiya Meclisa Tirkiyê birêve biriye.

Ataturk bû ku pêşî bû Serfermande piştre jî Serkomar. Serokê yekem ê ku di dinyayê de hem Serokatiya Meclisê birêve bir û hem jî di şer de wezîfeya Serfermandeyiyê kir Ataturk bû .

Serokên Meclisê yên wek Ali Fethi Okyar, M. Şukru Saraçoglu, Sadi Irmak û Yildirim Akbulut serokwezîrî jî kirin.

Hetanî niha kesên wek Kazim Ozalp, Refik Koraltan, Husamettin Cindoruk, Bulent Arınç, Cemil Çiçek û Yildirim Akbulut ji carekê zêdetir ev wezîfe kirine.

Salên 1950-1960 Refik Koraltan 10 salan ev wezîfe kir û bû serokê herî mawedirêj. Ferruh Bozbeyli jî bi 38 saliya xwe serokê herî genc e.

Serokên Meclisê yên heta niha 13 jê hiqûq, 6 mekteba şer, 2 tib, 2 mihendisî, 4 mulkiye û 1 yekî jî fakulteya îqtisadê xwendiye.

Li gor nav û maweyan Serokên Meclisê bi dor wiha ne:

Mustafa Kemal Atatürk (1881-1938), 24 Nîsan 1920-29 Çiriya Pêşîn 1923

Ali Fethi Okyar (1880-1943) 1 Çiriya Paşîn 1923-22 Çiriya Paşîn 1924

Kazim Ozalp (1880-1968) 26 Çiriya Paşîn 1924-1 Adar 1935

Mustafa Abdulhalik Renda (1881-1957) 1 Adar 1935-5 Tîrmeh 1946

Kazim Karabekir (1882-1948) 5 Tebax 1946-26 Kanûna Paşîn 1948

Ali Fuat Cebesoy (1883-1968) 30 Kanûna Paşîn 1948-1 Çiriya Paşîn 1948

Mehmet Şukru Saraçoglu (1887-1953) 1 Çiriya Paşîn 1948-22 Gulan 1950

Refik Koraltan (1890-1974) 22 Gulan 1950-27 Gulan 1960

Mehmet Kazim Orbay (1886-1964) 9 Kanûna Paşîn 1961-26 Çiriya Pêşîn 1961

Fuat Sirmen (1899-1981) 1 Çiriya Paşîn 1961-10 Çiriya Pêşîn 1965

Ferruh Bozbeyli (1927-...) 22 Çiriya Pêşîn 1965-1 Çiriya Paşîn 1970

Sabit Osman Avci (1921-2009), 26 Çiriya Paşîn 1970-14 Çiriya Pêşîn 1973

Mustafa Kemal Guven (1921-2013), 18 Kanûna Pêşîn 1973-5 Hezîran 1977

Cahit Karakaş (1928-...) 17 Çiriya Paşîn 1977-12 Îlon 1980

Mahmut Sadi Irmak (1904-1990), 27 Çiriya Pêşîn 1981-1 Kanûna Pêşîn 1983

Necmettin Karaduman (1927-2017) 4 Kanûna Pêşîn 1983-29 Çiriya Paşîn 1987

Yildirim Akbulut (1935-...) 24 Kanûna Pêşîn 1987-9 Çiriya Paşîn 1989

Îsmet Kaya Erdem (1928-...) 21 Çiriya Paşîn1989-20 Çiriya Pêşîn 1991

Husamettin Cindoruk (1933-...), 16 Çiriya Paşîn 1991-1 Çiriya Pêşîn 1995

Îsmet Sezgin (1928-2016) 18 Çiriya Pêşîn 1995- 24 Kanûna Paşîn 1995

Mustafa Kalemli (1943-...) 25 Kanûna Paşîn 1996-30 Îlon 1997

Hikmet Çetin (1937-...), 16 Çiriya Pêşîn 1997-18 Nîsan 1999

Omer Îzgi (1940-...) 18 Çiriya Pêşîn 2000-3 Çiriya Paşîn 2002

Bülent Arınç (1948-...), 19 Çiriya Paşîn 2002-22 Tîrmeh 2007

Koksal Toptan (1943-...), 9 Tebax 2007-9 Tebax 2009

Mehmet Ali Şahin (1950-...) 5 Tebax 2009-4 Nîsan 2011

Cemil Çiçek (1946-...) 4 Tîrmeh 2011- 7 Hezîran 2015

Îsmet Yılmaz (1961-...) 1 Tîrmeh 2015-1 Çiriya Paşîn 2015

İsmail Kahraman (1940-...) 22 Çiriya Paşîn û heta niha


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.