Zanist û teknolojî

SpaceXê roketa Falcon Heavyê şande fezayê

SpaceXa ku xwediyê wê miteşebisê milyarder Elon Musk e roketa bi navê Falcon Heavy ji Navenda Fezayê ya Kennedyê şande fezayê.

Türkan Tosun  | 07.02.2018 - Rojanekırın : 07.02.2018
SpaceXê roketa Falcon Heavyê şande fezayê

New York

NEW YORK

Şirketa SpaceXê ya ku li Amerîkayê wesayîtên fezayê û roketan çêdike roketa herî xurt a dinyayê Falcon Heavyê şande fezayê.

SpaceXa ku xwediyê wê miteşebisê milyarder Elon Musk e roketa bi navê Falcon Heavy ji Navenda Fezayê ya Kennedyê şand fezayê.

Falcon Heavy dema ber bi Marsê va rê ket du roketên ji kapsulê qetiyan jî vegeriyan dinyayê. Lı bendê ne ku roketa sêyemîn jî vegere Okyanusa Atlantîkê. Ev roketên paşve tên wê cardin bên bikaranîn.

Daîreya Feza û Esmaniyê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) 45 sal berê roketeke ku mirov tê da bû şandibû hîvê. Wisa tê qebûlkirin ku Roketa Heavy Falconê piştî vê roketê roketa herî xurt e ku şirketeke taybet şandiye fezayê.

Qasî sed hezar kes ji bo ku keliya şandina roketê bibînin hatin eyaleta Florîdayê, bi milyonan însanan jî di weşana zindî de temaşe kir.

Wesayîteke spor a bi ceyranê ya ku Teslayê çêkiriye di nav roketê de hat bicihkirin. Mankeneke ne zindî ya ku cil û bergên astronotan li ser e di qoltixa şofêrê de hat rûniştandin.

Li bendê ne ku kapsul di rêgeha tavê de bi sedan heta bi milyonan salî bizivire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın