Ruslan Rehimov
26 Tebax 2022•Rojanekirin: 27 Tebax 2022
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev daxuyand ku bajarê Laçînê û gundên Zebuh û Sûsê ket destê Azerbaycanê.
Eliyev li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Îro di 26ê tebaxê da em Azerbaycanî vegeriyan bajarê Laçînê. Artêşa Azerbaycanê li bajarê Laçînê hat bicihkirin. Gundên Zebuh û Sûsê ketin destê me. Bi vê wesîleyê ez hemû Laçîniyan û gelê Azerbaycanê pîroz dikin. Bijî Laçîn! Bijî Azerbaycan!".
Piştî Şerê Qerebaxê yê 2yem di navbera Azerbaycanê, Ermenistan û Rûsyayê da di 10 mijdara 2020î da danezana sê alî hat îmzekirin, li gor vê danezanê bajarê Laçînê berwext ket destê unsûrên Ûris. Ji Korîdora Laçînê piştî ku yekîneyên Ûris û nifûsa Ermenî vekişiya, ev herêm ket destê rêvebiriya Bakuyê.
Li gor danezana 10ê mijdara 2020î, Azerbeycan wê di nava 3 salan da rêyeke nû çêke ku nifûsa Ermenî ya li Qerebaxê tê ra here Ermenistanê were û ev rê wê ji perê bajarê Laçînê ra derbas bibe. Azerbaycanê ev rêya ku ji 32 kîlomêtroyan pêk tê, zûtirî çêkir û xelas kir. Unsûrên Ûris wê ewlehiya vê rêya nû saz bikin.
Laçîn û gundên wê di 1992yan da ji aliyê artêşa Ermenî va hatibû dagir kirin, paşê ji Sûriye û Lubnanê Ermenî anîbûn û li van deran bi cih kiribûn. Azerbaycanê ev yek wekî sûcê şer û binpêkirina Peymana Cenevreyê didît.