Türkan Tosun
13 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Doxtorê Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand testên wî yên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li dû hevdu hatin kirin û encamên wan "negatîf" in.
Qesra Spî daxuyand doxtorê Trump Sean Conley rapora der barê rewşa Trump da amade kiriye û gihandiye wan.
Qesrê hurgiliyan bi çapemeniyê ra parve kir.
Conley got der barê testên Trump da gelek pirs tên kirin û wiha axivî: "Trump rojên li dû hevdû bi testên antîjenê Abbottt BinaxNOWê va test hatin kirin, testên wî yên Kovîd-19ê negatîf derket in. Ji bo em der barê rewşa niha ya Trump da biryarê bidin me ji bilî testên antîjenê daneyên laboratvarê û klînîkê jî bi kar anî."
Conley anî ziman ji ber van testan û encamên rêberiya Navenda Kontrol û Rêlibergirtina Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) ew wisa difikirin ku Trump wê nexweşiyê belavî kesên din neke.
Trump di 2yê cotmehê da daxuyandibû ku ew bi vîrusê ketiye, wî rakiribûn Nexweşxaneya Esker ya Walter Reedê. Trump sê rojan li wir mabû û roja duşemê ji nexweşxaneyê derketibû.