Abdullah Tel
01 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2020
Li Amerîkayê hilbijartina serokatiyê di 3ê Mijdarê da hat kirin û encamên hilbijartinê yên li Wîsconsînê ya ji parêzgehên girîng yek e jî bo namzedê Demokratîk, Joe Bîden hatin tomarkirin.
Der heqê encamên fermî yên hilbijartina serokatiyê ya li Amerîkayê ku bû sedema gelek nîqaşan da hê jî daxuyanî tên dayîn.
Di hilbijartina 3ê Mijdarê hat kirin da hatibû gotin ku Bîdenê namzedê Demokratîk li parêzgeha Wîsconsînê bi ferqeke piçûk bi ser ket û encamên fermî yên hilbijartinê bi mohrkirina Walî Tony Evers va hatin tescîlkirin.
Ji rayên li parêzgehê hatin dayîn Bîden nêzî milyonek û 630 hezar rayî hilda û li hemberî reqîbê xwe Donald Trumpê Komarparêz nêzî 20 hezar rayî va bi ser ket. Ji sedî 49,6ên rayan Bîden hilda û ji sedî 48,9ên rayan jî Trump hilda.
Bi vê pesendkirinê va encamên hilbijartinê yên li Pennsylvania, Georgia, Arizona û Michigan a ku di sala 2016an da Trump qezenc kiribû cî guhertin û derbasî Bîden bûn.
Encamên hilbijartinê yên li hemû parêzgehên Amerîkayê wê heta 8ê Berfanbarê eşkere bibin û tê payîn ku 538 temsîlkarên diyar bûyî jî di 14ê Berfanbarê da li paytext Washington DCyê rayên xwe bidin.
Di pergala hilbijartinê ya Amerîkayê da ji namzedên serokatiyê kîjan 270 temsîlkar qezenc bike ew heqê serokatiyê bidest dixe û di hilbijartina serokatiyê ya Amerîkayê da ji namzedan Bîden 306 temsîlkar û Trump jî 232 temsîlkar qezenc kiribûn lê Trump gotibû ku ew ê encamên hilbijartinê qebûl neke.