Bilal Güler
05 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Li Efxanistanê bi lerza 5,3yan erdhej çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê daxuyand bi saeta herêmî di saet 02.27an da bi lerza 5,3yan erd hejiya, erdhej 10 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Hat daxuyandin navenda erdhejê 38 kîlomêtro bakurê rojhilatê Celalabada navçeya Nangerharê ye.
Paytext Kabul jî di nav da bajarên der û dorê û herêmên li ser sînorê Pakistanê jî erdhej hat hîskirin.
Di 22yê hezîranê da erdhejeke lerza wê 5,9 e çêbûbû, ji 1200î zêdetir kes miribûn.
Li welêt ji ber ku avahî ji kîlê tên çêkirin û binesazî nebaş e di erdhejan da gelek kes dimirin.