İbrahim Atmaca
21 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2020
Li rojhilata Lîbyayê milîsên girêdayî Xelîfe Hafterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû, li eniyên başûrê paytextê bi avêtina hewanan va binpêkirina agirbestê didomîne.
Aliyên Lîbyayê her çend di Konferansa Berlînê da soz dan ku wê agirbestê binpê nekin jî, li paytext Trablusê danê êvarê dîsa dengê teqînan hat bihîstin.
Ebdulmelîk el-Medeniyê berdevkê Operasyona Volkana Hêrsê ku hêzên girêdayî Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî dikin, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku milîsên girêdayî Hafter li li eniyên başûrê paytextê "rastgele hewan agir kirin" û agirbest binpê kirin.
Medenî diyar kir, hêzên girêdayî Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî bataryaya topan a ku milîsên Hafter li herêma Selahaddînê ya ku dikeve başûrê paytextê bi akr anîn, bê tesîr kirin.
Aliyên li Lîbyayê û civaka navneteweyî di 19ê rêbendanê roja yekşemê li Berlîna paytextê Almanyayê civiyabûn û roja yekşemê di nava rojê da milîsên Xelîfe Hefter bi heman awayî li herêma Hallatatê jî bi avêtina hewanan agirbest binpê kiribûn. Milîsên Hefter di êrîşa hewanê da tankerên neftê kiribûn hedef, agir bi tankeran ketibû.
Milîsên Hafter duh bişev jî piştî Konferansa Berlînê li herêma Selahaddînê ku dikeve başûrê paytextê, bi êrîşa hewanê va agirbest binpê kiribû.