Qais Omar Darwesh Omar,Zeynep Tüfekçi Gülay
05 Mijdar 2023•Rojanekirin: 06 Mijdar 2023
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat yên dagirkirî hejmara Filistîniyên bi destê artêşa Îsraîlê hatin kuştin derket 151ê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat ragihandin, Ramî Mûsa Ewdeyê 17 salî yê Filistînî yê çend roj berê li bajaroka Ayzeriyeyê ya li rojhilatê Qudsa Rojhilat bi guleya hêzên Îsraîlî xedar birîndar bûbû, mir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ji 7ê Cotmehê vir va hejmara Filistîniyên bi destê hêzên Îsraîlê û cîwarbûyiyên Cihû hatin kuştin derket 151ê.
Eskerên Îsraîlê îro jî di serdagirtina Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat yên dagirkirî da 3 Filistînî kuştibûn, 3 jê xedar 6 kes jî birîndar kiribûn.