Emre Aytekin
05 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Li rojavayê Çînê li eyaleta Sîçuanê bi mezinahiya 6,8an erdhej çêbû.
Navenda Torên Erdhejê ya Çînê ragihand, danê nîvro li Parêzgeha Xweser a Ganziya Tîbetê ya li rojavayê eyaletê, lerzeke bi mezinahiya 6,8an hat hîskirin.
Hat tesbîtkirin, navenda lerzê ya erdheja ku 16 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû, 39 kîlometre nêzîkî navçeya Ludingê ye.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, ji navçeya Ludingê 30, ji cih û warên nêzîk jî 530 peywirdarên xilaskirina afatê bo herêmê hatin sewqkirin.
Di erdhejê da ziyana canî nehat ragihandin, lê di dîmenên vîdeoyên şêniyên herêmê yên di înternetê da hatin parvekirin da dixuyê ku erdhej bû sedema lerzeke mezin û lewma jî fikar heye ku erdhej bûbe sedema xesarê.