11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
ORDU
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş got ku "Bila gelê me ji vê yekê bawer be; em di mijara têkoşîna bi terorê re de heta dawiyê biryardar in. Ev hendek dê yek bi yek ji holê bên rakirin."
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş di dema ziyareta Serokatiya Şaredariya Kumruyê ya Orduyê de bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da.
Kurtulmuş li ser pirsa "Fikra we ya der heqê bûyerên terorê yên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berdewam dikin de çi ye gelo?" wiha axivî: "Bila gelê me ji vê yekê bawer be; em di mijara têkoşîna bi terorê re de heta dawiyê biryardar in."
Kurtulmuş axaftina xwe wiha berdewam kir: Ev xendeq hemû yek bi yek dê ji holê bên rakirin. Ew kesên ku ev xendeq dikolin dê bên dîtin û wan derxînin pêşberî darazê. Em dê ji îradeya xwe ya têkoşîna bi terorê re bi tu awayî tu tawîzê nedin û bi îzna Xwedê plana ku dê li her derê Tirkiyeyê bigihîne selamatê tetbîq bikin. Tirkiye dê tu carî venegere heyama antîdemokratîk a salên 1990î."
Kurtulmuş bal kişand ku têkoşîna bi terorê re tişteke gelekî cuda ye û wiha axivî:
"Tehkîmkirina demokrasiyê pêvajoyeke gelekî cuda ye. Wek hikûmet peywira me ye ku em heq û hiqûqa birayên xwe yên kurd ên ku li vî welatî dijîn, ên ku li herêmên Rojhilat û Başurê Rojhilatê Anadoluyê di bin tehdeya terorê de hema bêje bi salan êşkence kişandin, biparêzin. Li Tirkiyeyê teror dê tu carî negihije armanca xwe. Dema em têkoşîna bi terorê re dikin, peywira me ye ku em maf û hiqûqa hemû welatiyên xwe yên ku her yek ji wan birayên me ne, girêdayî vî welat û vê axê ne pêş bixin. Di vê warê de em dê ji niha pê ve jî rûmet, mafên şexsî û azadiya her kesê ku li Tirkiyeyê dijî biparêzin."