25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê 9 kesên ku hat tesbîtkirin ji bo salvegera avakirina PKK/KCKya rêxistina terorê amadehiya çalakiyên bi molotof, bombe û çekdarî dikin hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê da hat diyarkirin ku li dijî endamên rêxistinê yên ku hat tesbîtkirin ew ê ji bo salvegera avakirina PKK/KCKya rêxistina terorê (27ê mijdara 1978an) çalakiyên bi molotof, bombe û çekdarî bikin li Baxcilar, Beyoxlu, Eseyurt, Gazîosmanpaşa, Kaxitxane, Sariyer, Siltanbeylî, Siltaxazî û Umraniyeyê operasyona hemdem hat kirin.
Di operasyonê da 9 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna li ser şikbaran û navnîşanên binçavkiriyan da debançeyek, gelek fîşengên vê debançeyê, kovarên rêxistinê, pirtûk, dokuman û amûrên dijîtal hatin girtin.