25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
WASHINGTON
Qesra Sipî der barê xeberdana Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li ser têlefonê daxuyanî da û wiha hat gotin: "Serok Trump piştî ku operasyona Reqayê temam bû û ji bona DEAŞ cardin paşva neyê pêvajoya pêkanîna îstiqrarê dest pê kir, der barê alîkariya çekan ku em li Sûriyeyê didin şirîkên xwe agahî da Serokomar Erdogan."
Qesra Sipî der barê xeberdana Erdogan û Trump da daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê da hat diyarkirin herdu serokan bal kişandine ser têkoşîna li dijî rêxistinên terorê yên ji bona ewlehiya herêmê gef û talûke ne û hevkariya stratejîk ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Trump û Erdogan piştgiriyê didin biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bona Sûriyeyê hildane û hevdîtinên li Cenevreyê yên ji bona şerê navxweyî biqede tên kirin.
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat ragihandin ku herdu serokan bal kişand ser lazimiya "bidawîkirina qirîza însanî ya li Sûriyeyê, destûrdayîna ji bo kesên ku dixwazin vegerin cî û warên xwe, pêkanîna îstiqrara Sûriyeya ku ji terorîstan û midaxeleyên nebaş hatiye paqijkirin."
Di daxuyaniyê da ji bo sîlah û cebilxaneya ku DYAyê di operasyona Reqayê da daye PYD/PKKê wiha hat gotin:
"Wekî polîtîkaya me ya berê bi heman awayî, Serok Trump got ku operasyona Reqayê hat temamkirin, ji bo ku DEAŞ paşda nezivire derbasî heyama pêkanîna îstiqrarê bûn, der barê alîkariya çekan a ku em li Sûriyeyê didin şirîkên xwe jî agahî da Serokomar Erdogan."
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku herdu lîder, li ser mijara ji Amerîkayê kirîna amûrên leşkerî jî axivîn.