Dinya

DYA Koreya Bakur li ser lîsteya "dewletên ku piştgirî didin terorê" zêde kir

Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump: "Amerîkayê îro Koreya Bakur li ser lîsteya dewletên ku piştgirî didin terorê zêde kir. Divê gelek berê bihata kirin. Divê çendî sal beriya niha bihata kirin"

Elif Orhan  | 21.11.2017 - Rojanekırın : 21.11.2017
DYA Koreya Bakur li ser lîsteya "dewletên ku piştgirî didin terorê" zêde kir

Washington DC

WASHINGTON 

Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump eşkere kir ku Koreya Bakur li ser lîsteya "dewletên ku piştgirî didin terorê" zêde kir.

Trump beriya civîna kabîneyê daxuyanî dan rojnamevanan.

Trump diyar kir ji bo ku Koreya Bakur ji çekên nukleer paqij bikin der heqê welêt de pêngaveke krîtîk avêtin û got ku "Amerîkayê îro Koreya Bakur li ser lîsteya dewletên ku piştgirî didin terorê zêde kir. Divê gelek berê bihata kirin. Divê çendî sal beriya niha bihata kirin."

Trump got ku birêvebiriya Pyongyangê cîhanê bi xirakirina nukleer tehdît dike û îdia kir ku Koreya Bakur sûîqastên li welatên biyanî jî di nav de piştgirî dide çalakiyên terorê yên navneteweyî.

Trump axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Ev biryar dê ji birêvebiriya Koreya Bakur û têkiliyên bi birêvebiriyê re mueyyîdeyên nû û cezayan bîne û piştgirî dide kampanyaya me ya tehdeya maksîmum a ku me dijî rejime destbixwîn a ku we carna der heqê wî de tişt xwendin carna jî we der heqê wê de nivîsand. Sibê dê Wezareta Xezîneyê jî ji bo Koreya Bakur mueyyîdeyên nû eşkere bike."

Trump destnîşan kir mueyyîdeyên ku dê bên kirin dê gelekî mezin bin û mueyyîdeyên navborî wekî "mueyyîdeya herî ast bilind" bi nav kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın