Dinya

Ji Mîstura ji bo Xûtaya Rojhilatê banga agirbesta acîl

Mîstûrayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê ji bona Xûtaya Rojhilatê banga agirbestê ya acîl kir.

Haydar Şahin  | 23.02.2018 - Rojanekırın : 24.02.2018
Ji Mîstura ji bo Xûtaya Rojhilatê banga agirbesta acîl

Geneve

CENEWRE

Staffan de Mîstûrayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bona Xûtaya Rojhilatê ya rejima Beşar Esed lê êrîşên li dijî sivîlan didomîne banga agirbestê ya acîl kir.

Alessandra Vellucciya Berndevka Ofêsa Cenevreyê ya NYyê di civîna çapemeniyê ya heftane da daxuyaniya li ser Xûtaya Rojhilatê ya ku ji ofêsa Mîstura hat dayîn xwend.

Li gor vê Mîstura bangî Tirkiye, Rûsya û Îrana welatên garantor kir ku bira ji bo ji nû va "avakirina herêmên kêmkirina ragêşiyê" bi lez bicivin.

Mîstura ji bo sekinandina bombebarana li ser Xûtaya Rojhilatê ya di dorpêçê da bang kir ku bira agirbest were îlankirin, piştî agirbestê jî ji bo ku alîkariya mirovahiyê bigihînin Xûtaya Rojhilatê bira destûra bilez û bêasteng were dayîn.

Mîstura got ku piştî îlankirina agirbestê dibê nexweş û birîndar ji Xûtaya Rojhilatê werin texliyekirin, wekî mayîn xwest ku bira êrîşên li ser Şamê jî werin bidawîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.