Dinya

Tîrêjên tavê li peykerê Ramsesê 2yemîn xist

Li bajarê Aswanê yê li başûrê Misrê tavê li peykerê Firewn Ramsesê 2yemîn xist.

Nihat Kavşut  | 22.02.2018 - Rojanekırın : 27.02.2018
Tîrêjên tavê li peykerê Ramsesê 2yemîn xist

Al Qahirah

QAHIRE 

Li bajarê Aswanê yê li başûrê Misrê tavê li peykerê Fîrewn Ramsesê 2yemîn xist û peyker li Perestgeha Ebû Simbel e.

Ev bûyera astronomiyê salê 2 caran diqewime û ji xeynî rayedarên Misrê û vexwendiyan gelek tûrîstên biyanî û xwemalî li vê bûyerê temaşe kirin.

Husam Ebudê Midûrê Perestgeha Ebû Simbelê di daxuyaniya çapemeniyê da destnîşan kir bûyera astronomiyê nîşan dide ku Misriyên berê di warê zanistê da çiqaş pêşva çûne.

Ebud diyar kir bi saeta herêmî di 06.25an da tavê li peyker xist û got qederê 20 deqîqe tîrêjên tavê li ser peyker man.

Perestgeha Ebû Simbelê li bajarê Aswanê di nav çiyê da hatiye çêkirin û di 20 salan da temam bûye. Li ber deriyê perestgehê 4 peykerên qerase yên Ramses hene.

Bûyera astronomiyê di 22yê mijdarê da ku "bûyîna" Ramsesê 2yemîn tê qebûlkirin û di 22yê sibatê da ku Ramsesê 2yemîn "tacê dide serê xwe" diqewime û qederê 20 deqîqeyî diajo.

Li Misra antîk dema tav li rûyê peykerê Ramsesê 2yemîn dixe ev destpêka demsala şandinê ye û dema di 22yê sibatê tîrêjên tavê li peykerê Ramsesê 2yemîn dixe ev destpêka rakirina dexl û dehn e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.