Polîtîka

"Operasyona dijî YPG/PKKyê bû operasyona dijî DEAŞ, YPG/PKKyê"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Ji bo me kîjan welat dibe bila bibe, kîjan hêz dibe bila bibe, ferq nake. Yên ku piştgiriyê didin PKK/YPGya rêxistina terorê li gor me PKK/YPGyî ne. Em li gor wê miemeleyê dikin."

Türkan Tosun  | 22.02.2018 - Rojanekırın : 23.02.2018
"Operasyona dijî YPG/PKKyê bû operasyona dijî DEAŞ, YPG/PKKyê"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got: "Ji bo me kîjan welat dibe bila bibe, kîjan hêz dibe bila bibe, ferq nake. Yên ku piştgiriyê didin PKK/YPGya rêxistina terorê li gor me PKK/YPGyî ne. Em li gor wê miemeleyê dikin."

Çavuşoglu li Avahiyê Fermî yê Wezareta karên Derva bi hemtayê xwe Evdilqadir Mesahil re hat bal hev û piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Li ser pirsa nûçeyên dibêjin komên terorê yên alîgirên rejima Sûriyeyê ne ketin Efrînê Çavuşoglu wiha got: "Vê operasyonê bi taybetî bala welatên Rojavayî kişand. Heta wisa ku bala welatên li Sûriyeyê di nav koalîsyonê de ne zêdetir kişand."

Wezîr Çavuşoglu got Operasyona Çiqlê Zeytûnê li dijî rêxistinên terorê ye û wiha axivî: "Operasyona me li dijî YPG/PKKya rêxistina terorê daye destpêkirin niha bû operasyoneke li dijî DEAŞ û YPG/PKKyên rêxistinên terorê. Lewra li vir em dîbinin ku herdu rêxistinên terorê hevkariyê dikin û li dijî Artêşa Tirkiyeyê qaşo dixwazin têkoşînê bidin. Emê van rêxistinên terorê ji vir paqij bikin."

- "Civîna Soçiyê vê carê wê li Tirkiyeyê çêbibe"

Çavuşoglu behsa civîna Soçiyê kir û wiha axivî: "Civîna Soçiyê vê carê wê li Tirkiyeyê çêbibe. Ji ber ku cara ewil li Soçiyê çêbû navê wê wisa ma, emê dewam bikin."

Wezîr Çavuşoglu anî ziman PYD/PKK ji bo ku axa Sûriyeyê perçe bike li herêmê ye û wiha dewam kir: "Teror dijminê me hemûyan ê hevpar e. Lê em derfetê nadin kesên ku ji bo parastina PKK/YPGyê dixwazin bên li vir. Demek berê konvoyeke ji 5-10 wesayîtan pêk tê xwest pêş va here lê ya ku hewce dike hat kirin. Dixwazî bila milîs be, dixwazî bila navekî din be ferq nake. Ji bo me kîjan welat dibe bila bibe, kîjan hêz dibe bila bibe ferq nake. Ji bo me yên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê, PKK/YPGyê wek hevdu ne, PKK/YPGyî ne. Emê li gor wê miemeleyê bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın