Polîtîka

"Pêşî dê Minbic bê paqijkirin û peyra temamiya rojhilatê Feratê"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan got: "Havîna îsal wisa xuya dike ku wê ji bona rêxistina terorê û alîgirên wê germ derbas bibe. Pêşî dê Minbic ji terorîstan bê paqijkirin û peyra temamiya rojhilatê Feratê."

Ekip  | 23.02.2018 - Rojanekırın : 24.02.2018
"Pêşî dê Minbic bê paqijkirin û peyra temamiya rojhilatê Feratê"

Ankara

ANKARA

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê Operasyona Efrînê û berdewamiya wê de got: "Havîna îsal wisa xuya dike ku wê ji bona rêxistina terorê û alîgirên wê germ derbas bibe. Pêşî dê Minbic ji terorîstan bê paqijkirin û peyra temamiya rojhilatê Feratê ji bona ji me û xwîşk û birayên me yên Sûriyeyê ra ewle bibe em ê paqijiya xwe berdewam bikin."

Erdogan, li navenda partiya xwe di Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî de axivî.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan, pêşî li ser îtifaqa hilbijartinê wiha axivî:

"Hedef ew e ku ziyana rayan bê kêmkirin heta ji holê bê rakirin. Ji bo lîder û endamên partiyeke siyasî derfeteke ku bikaribin ji partiya xwe qet îstifa nekin û di lîsteya partiyeke din da cih bigirin, pêşkêş dike. Ev partî di beşa îtifaqê ya pisûlaya hilbijartinê da wê cih negirin lê bi cihgirtina di nav lîsteya namzedan da nerasterast be jî di nav vê dezgehê da wê nûnertiya xwe bidomîne."

Ji bo têkoşîna dijî terorê wiha got: "Heta serê vê sibehê 1873 terorîst hatin berterefkirin û qadeke bi qasî 415 kîlometreqereyî jî hat kontrolkirin. Eskerên me yên qehreman bi wêrekî û fedekariyeke mezin êrîşên rêxistinên terorê yên dijî Tirkiyeyê têk dibin û sengerên wan xera dikin û ber bi Efrînê va diçin."

Li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê Erdogan wiha agahî da:

"Piraniya girên li herêmê ku hakimiyet lê bi hêsantir e bi destê eskerên me va ji terorîstan hatin paqijkirin û operasyon ji niha pê va înşeallah em li bendê ne zûtir biçe serî."

Herwiha got:

"Havîna îsal wisa xuya dike ku wê ji bona rêxistina terorê û alîgirên wê germ derbas bibe. Pêşî dê Minbic ji terorîstan bê paqijkirin û peyra temamiya rojhilatê Feratê ji bona ji me û xwîşk û birayên me yên Sûriyeyê ra ewle bibe em ê paqijiya xwe berdewam bikin."

Wek din rexne li Amerîkayê girt û nirxandineke wiha kir:

"Tiştê herî zêde em li berê dikevin ew durûtî û nejidiliya hin welatan e ku em di qada leşkerî û siyasî da ji bo xwe wek mutefîq dibînin. Duh jî berdevkê wezareta parastinê yê welatekî, qet şerm nake, derketiye dibêje li Efrînê sivîl tên kuştin, ji ber tundiyê meriv nikarin vegerin malên xwe. Bê wijdan, bê exlaq li Xûtaya Rojhilatê her roj bi sedan zarok, jin, kal û pîr û sivîl tên kuştin ma tu qet ji wê aciz nabî û radibî ji têkoşîna dijî terorîstan tê dayîn aciz dibî û xeberên derew pare vedikî!"


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın