Tirkiye

Li herêma GAPê berên organîk ên nû

Hilberînerên Başûrê Rojhilatê bi saya serê piştgiriya Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê û piştgiriya çandiniyê, li herêmê berê xwe dan çandiniya organîk û dixwazin potansiyela bazara navxweyî û dereke bi kar bînin

İbrahim Atmaca  | 20.11.2017 - Rojanekırın : 22.11.2017
Li herêma GAPê berên organîk ên nû

Şanlıurfa

ŞANLIURFA 

Di çarçoveya Projeya Komik a Çandiniya Organîk a GAPê ku bi destê Îdareya Pêşketina Herêma GAPê tê meşandin va li herêmê pembû, zeytûn, hingiv û tirşê hinaran êdî dest pê kir û hilberîna wan bi awayekî organîk tê kirin. Ji bo vê cotkaran di nav xwe da yekîtî jî ava kir û têkilî danîn.

Serokê Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê Sadrettîn Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sektora xidayên organîk her ku diçe li dinyayê pêş dikeve.

Karahocagîl destnîşan kir ku mirov wê teqez vegerin çandiniya organîk û divê hilberîner xwe ji bo vê amade bikin, li 9 bajarên GAPê her bajarek li gor xwe berên organîk çêdikin.

Serokê Daîreya Çandiniyê ya Midûriya Giştî ya Sektorên Îqtisadî û Kordînasyonê ya Wezareta Pêşketinê Taylan Kiymaz jî got ku hikûmet li herêmê piştgiriyê dide hilberînerên çandiniya organîk.

Kiymaz bal kişand ku li herêmê av dê biçe ser zeviyên nû û ev zevî jî ji bo çandina organîk kêrhatî ne û wiha dewam kir:

"Ji bo Tirkiyeyê girîng e ku li vê derê çandinî organîk çêbibe û bi dahateke zêde were firotin. Em dikarin di vê qadê da ji piyaseyên dinyayê zêdetir parê hildin. Em bikaribin vê yekê bikin, dahata me ya îxracatê wê zêde bibe. Li nav welêt jî daxwaz wê zêde bibin. Bi qasî ku em dizanin vê gavê 225 berên organîk hene. Ji van berên sereke tirî, hejîr, findiq, zeytûn, zeyt hene. Hejmar 225 be jî hilberîn pir kêm e, divê em zêde bikin. Heke hilberîn zêde bibe li bazarên îxracatê jî cureyê zêde bibin. Ji vê ra hinek dem divê, li gor min di nav 10 salên pêş me da em ê pêşkevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın