Zanist û teknolojî

Çînê kompîtera herî bi lez a dinyayê çêkir

Çînê di mijara kompîtera herî bi lez a dinyayê da îsal dîsa rêza xwe ya yekê mihefeze kir.

Haydar Şahin  | 14.11.2017 - Rojanekırın : 15.11.2017
Çînê kompîtera herî bi lez a dinyayê çêkir

Beijing

PEKÎN

Çînê di mijara kompîtera herî bi lez a dinyayê da îsal dîsa rêza xwe ya yekê mihefeze kir.

Pisporên kompîteran ên li DYA û Almanyayê di salê da 2 caran lîsteya "500 Kompîterên Herî Bilez Ên Dinyayê" amade dikin, di lîsteya vê carê da Sunway-TaihuLighta kompîtera Çînê bi leza xwe ya 93 Petaflopê va kete rêza ewil û Tienhi-2 ya kompîtera Çînê jî bi 33,9 leza xwe ya Petaflopê va kete rêza 2yan.

Di rêza 3yan da jî Pîz Daînta kompîtera Swêdê heye û leza wê 19,6 Petaflop e. Piştî van kompîteran Gyoukou ya komtpîtera Japonyayê bi leza xwe ya 19,1 Petaflopê va di rêza 4an da, Tîtana kompîtera DYAyê bi leza xwe ya 17,6 Petaflopê va di rêza 5an da cî digrin.

Meneya petaflopekê ew e ku di saniyeyekê da katrilyonek carî kar dike, ji bo leza ku kopîterên herî baş ên dinyayê digihêjinê ev nava tê gotin.

Wek mayîn Sunway-TaihuLight di nav 2 salên dawîn da 4 caran rêza xwe ya ewiltiyê neda kesî. Ev kompîtera niha li Navenda Kompîteran a Super ya Neteweyî ya li Vuşiya bajarê Cîangsuya wîlayeta Çînê ye.

Tienhi-2 ya ku di mijara lezê da 6 caran ketibû rêza ewil çîpên Întela saziya DYAyê bi kar tîne lêbelê Sunway-TaihuLight bi tevahî ji parçeyên xwemalî yên Çînê pêk tê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.