Di nav zinarekî da fosîlên minminîkan hatin dîtin
Fosîlên minminîkan ên ku ji dewrên berê mane hatin dîtin
Ankara
ANKARA
Di nav zinarekî da fosîlên minminîkan hatin dîtin.
Hat ragihandin ku Zanyarên Zanîngeha Utrechtê ya Hollandayê di nav zinarekî ku ji Hannovera Almanyayê hatiye da fosîlên minminîkê kefş kirin.
Minminîkên ku fosîlên wan hatin dîtin îro hê dijîn.
Ji ekîba lêkolînê doxtor Bas van de Schootbrugge diyar kir, ev fosîl dide nîşan ku minminîkên ku zimanê wan wek xortomê ne, nêzî 70 milyon sal berê tekamil kirine.
Nêzî 205 milyon sal û 142 milyon sal berê di dewra Jurayê da nebatên ku tovê wan vekirîne û wek kozalakê ye hikûmranê dinyayê bûn û ev nebat ji bo ku polenên hewa bigrin nektarek çêdikir. Li gor texmînê kêzikên kevnare 130 milyon sal berê heta ku nebatên ewil ên biçîçek derkevin, bi van nektaran jiyana xwe berdewam dikirin.
Hûrgiliyên li ser keşfê di kovara "Science Advances"ê da hatin weşandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.