Deniz Çiçek Palabıyık
05 Hezîran 2023•Rojanekirin: 06 Hezîran 2023
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di gulanê da li gorî mehane ji sedî 0,04 û Endeksa Bihayê Hilberînê ya Nava Welêt (YÎ-UFE) ji sedî 0,65 zêde bûn. Enflasyona salewextê di bihayên xerîdaran da bi sedî 39,59an va daket asta herî jêr a 17 mehên dawîn, di bihayên hilberînerên nava welêt da jî bi sedî 40,76an va daket asta herî jêr a 24 mehên dawîn.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, di gulanê da li gorî nîvekiyên 12 mehan, bihayên xerîdaran ji sedî 63,72 û bihayên hilberînerên nava welêt jî ji sedî 95,8 zêde bûn.
Her wisa li gorî mehane TUFE ji sedî 0,04 û YÎ-UFE jî ji sedî 0,65 zêde bûn.
Enflasyona salewextê di bihayên xerîdaran da bû ji sedî 39,59 û her wiha di bihayên hilberînerên nava welêt jî bû ji sedî 40,76.
Bi vî awayî enflasyona salewextê di TUFEyê da daket asta herî jêr a 17 mehên dawîn, di YÎ-UFEyê da jî daket asta herî jêr a 24 mehên dawîn.