Deniz Çiçek Palabıyık
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2023
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Mijdara 2022yan da gorî meha beriya wê neguherî û di asta ji sedî 10,2yan da pêk hat. Di vê serdemê da hejmara bêkaran wekî 3 milyon û 576 hezar kesî hat tesbîtkirin.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên hêza şixul a Mijdara 2022yan eşkere kirin.
Li gorî vê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara bêkarên ji koma 15 salî û jê hevraztir di Mijdara 2022yan da li gorî mehek berê 23 hezar kes zêde bû û derket 3 milyon û 576 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê neguherî û di asta ji sedî 10,2yan da pêk hat. Rêjeya bêkariyê li gorî heman meha sala çûyî jî puanekî kêm bû.
Di meha navborî da rêjeya bêkariyê ya ciwanên di navbera 15-24 salî da li gorî mehek berê 2,6 puan daket û bû ji sedî 17,8.