Mert Davut
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê, di meha hezîranê da li gorî meha berê 0,5 puan kêm bû û bû ji sedî 7,6.
Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya bêkariyê ya meha hezîranê eşkere kir.
Li gor daneyan, li seranserê Tirkiyeyê di meha hezîranê da hejmara bêkarên 15 salî û jê mezintir, li gorî meha berê 168 hezar kes kêm bû û wekî 2 milyon û 688 hezar kes hat tesbîtkirin.
Rêjeya bêkariyê jî 0,5 puan kêm bû û bû ji sedî 7,6.
Bi vî awayî, dema dane bên hesabkirin tê dîtin ku rêjeya bêkariyê ji meha Çileya Paşîn a 2025an û vir va daket asta herî kêm.
Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par puanek kêm bû.