Bahattin Gönültaş
11 Nîsan 2023•Rojanekirin: 11 Nîsan 2023
Bihayê pereyê krîpto Bitcoinê piştî 10 mehan dîsa ji 30 hezar dolarî derbas bû.
Li gorî daneyên şîrketa analîzê Coinmarketcapê, tevî Bitcoinê (nirxê piyaseyê yê qedera 23 hezar pereyên krîpto) nirxê piyaseyê yê pereyê krîpto yê kurewî bi tenê di nava 24 saetan da ji sedî 5 rabû û ji 1,24 trilyon dolarî derbas bû.
Bihayê Bitcoina ku pereyê herî mezin ê krîpto ye, di 24 saetan da ji sedî 7an zêdetir rabû.
Bihayê Bitcoinê derket 30 hezar û 400 dolarî û bi vî awayî ji Hezîrana 2022yan vir va cara ewil ji 30 hezar dolarî derbas bû.
- Nirxê piyaseyê yê Bitcoinê jî derket ser 590 milyar dolarî
Di vê navberê da zêdebûna nirxê Bitcoinê ya di nava 7 rojên dawîn da nêzîkî ji sedî 7an bû. Bi vî awayî nirxê piyaseyê yê Bitcoinê jî derket ser 590 milyar dolarî.