Türkan Tosun
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
ANKARA
Bihayê warêla nefta brent duh piştî ku Xeta Boruya Neftê ya Fortîesê ya Îngîltereyê hat girtin 2 dolaran zêde bû û bû 65,53 dolar.
Warilê nefta brent duh bi 63,31 dolarî dest bi rojê kiribû û herî zêde derketibû ser 64,91 dolarî. Îro serê sibê ji 64,65 dolaran dest pê kir û ji saet 09,00an pê va jî ji sedî 1,36 zêde bû û ji ser 65,53 dolarî miemeleyê dibîne. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava jî di ser 58,42 dolarî tê firotin.
Xeta Boruya Neftê ya Fortîesê ya Îngîltereyê ya ku li Behra Bakur de ye û rojê 450 hezar warêl neftê dikare bikşîne ji ber ku di boruyan de derzeke biçûk heye duh hat girtin. Pisporan got ji ber vê girtinê bihayê neftê zêde bû û ev zêdebûn ji sala 2015an vir va di asta herî bilind de ye.
Pisporan got temîrkirina xeta boruyê wê çend hefteyan dewam bike û rola vê xetê li ser bihayê neftê tesîr dike.
Ji hêla din ji ber ku Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) biryar da ku ewê hilberîna neftê kêm bikin jî tesîrê li ser bihayan dike.