Önder Beyter
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli got, "Ji 6ê tebaxê şûnda tevî ji sedî 30 alîkariya mayî ya ji bo nebatên bi tov û rûn û alîkariya ji bo dan, dexl û gilgilê milyarek û 200 milyon lire dê were dayîn."
Pakdemirli di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku di çarçoveya piştgiriya dayîna ferqê da ji 6ê tebaxê şûnda tevî ji sedî 30 alîkariya mayî ya ji bo nebatên bi tov û rûn û alîkariya ji bo dan, dexl û gilgilê milyarek û 200 milyon lire dê were dayîn.
Pakdemirli herwiha ew yek jî destnîşan kir ku 227 hezar cotkar dê ji alîkariya dayîna ferqê sûdê werbigirin.