Li bajarê dîrokî Mêrdînê di turîzmê da liv û lebata biharê
Mêrdîna ku şaristaniyên cuda hemêz dike, bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne
Halil İbrahim Sincar, Beşir Şavur
20 Gulan 2026•Rojanekirin: 20 Gulan 2026
photo: Halil İbrahim Sincar / AA
Türkiye, Mardin
Li Mêrdîna ku bi avahiyên xwe yên dîrokî û mîrata xwe ya çandî va şopa gelek şaristaniyan vedihewîne, bi tesîra biharê ra liv û lebata turîzmê zêde bû.
Bajarê ku bi mizgeft, medrese û dêrên xwe va derdikeve pêş, van salên dawîn bûye ji rotayên sereke yên geştiyariyê. Turîstên xwemalî û biyanî yên ku dixwazin di hênikahiya demsala biharê da Mêrdînê ziyaret bikin, li bajêr li ber mekanên dîrokî rêz dibin.
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Kesên ku mekanên wekî Muzeya Mêrdînê, medreseyên Zincîriye û Qasimiyeyê, Dêra Zeferanê û Bajarê Kevnare yê Darayê ziyaret dikin, di kuçeyên bajêr da şahidiya raboriyê dikin.
Bi tesîra liv û lebata demsala biharê va otêlên bajêr jî tijî dibin. Otêlên li bajar yên ku xwedî kapasîteya 20 hezar nivînî ne, dawiya hefteyê bi temamî û nava hefteyê jî di ser sedî 70yî da tijî dibin.
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Aslan Paşaogluyê Serokê Komeleya Kargehên Turîzmê yên Mêrdînê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku di turîzma bajêr da nexasim di biharê da liv û tevger zêde dibe.
Evinne Faraja eslê xwe Tirk a ji Fransayê hatiye, diyar kir ku ew ji bo gerê cara ewil hatin Mêrdînê û wan bajar pir eciband.
Emanuel Budakê Midûrê Tesîsa Pêşwazîkirina Ziyaretvanên Dêra Zeferanê jî diyar kir ku di meha gulanê da hejmareke zêde ya turîstan dêra wan ziyaret kir.