Mustafa Çalkaya
19 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2023
Guherîna di Rêziknameya Etîketa Bihayan da ya ji hêla Wezareta Bazirganiyê hat amadekirin di Rojnameya Fermî da derçû.
Li gorî vê, belge, lewhe, pano yan jî yên wekî van yên bihayên xizmetan nîşan didin dê bi deriyê derva yê kargehên xwarin û vexwarinê yên wekî xwaringeh, restoran, kafe û pastexaneyan bên dardakirin û her wisa li ser maseyan jî li cihekî ku xerîdar dê bi hêsanî bikaribin bibînin û bixwînin bên danîn.
Rêzikname dê di 1ê Rêbendana 2024an da bikeve warê cîbicîkirinê.