Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz got: "Ji Iraqê êdî petrolê dişînin Ceyhanê û li wir tanqan tijî dikin."
Yidiz, got ku BOTAŞ, di çarçoveya projeya neqilkirina gaza sirûştî de gazê neqlî navçeyên ku serjimarên wan li ser 10 hezarî ye dike. Yildiz, diyar kir ku hetanî îro ji 202 navçeyan bi tenê 9 navçeyan serlêdan kir.
Yildiz got: "Di civîna dawî ya Lijneya Wezîran de me biryar da ku em ê maweya serlêdanê 6 mehan dirêj bikin. Navçe di vê navberê de dikarin serlêdanê bikin."