Deniz Çiçek Palabıyık
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di çileya pêşîn da mehane ji sedî 1,18, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 0,24 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 64,27, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 97,72.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha çileya pêşîn vir va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 72,31 zêde bû, bihayê hilberînerê navxweyî jî ji sedî 128,47 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 1,18, YÎ-UFE jî ji sedî 0,24 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 64,27, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 97,72.
Enflasyona salane wek asta herî kêm ya 9 mehên dawîn hat qeydkirin. Di nîsanê da enflasyon bû ji sedî 69,97.