Li Îdirê avahiya dîrokî ya ku sed sal berê li gorî çanda avahîsaziya rûsan ji keviran hatiye çêkirin, ji ber kesên ku madeyên hişbirê bikartînin û kesên ku li xezneyê digerin bûye xirbe.
Li Îdirê avahiya dîrokî ya bi salan wek xanî hatiye bikaranîn niha hindik maye ku hilweşe. Hemû deriyên darîn ên avahiya ku li Taxa Sogutluyê ye rizîne. Avahî bi taybetî di salên dawîn de bûye wargeha kesên ku hişbirê bikartînin û kesên ku li xezneya digerin.
Kesên ku li xezneyê digerin odeyên avahiyêde kozik vedane, hin ode heta 3 metreyan hatine kolandin û avahî bûye wekî xirb. Herwiha di avahiyê de ji ber ku agir hatiye vêxistin, tawanê avahiyê jî cih bi cih zer û reş bûye û cih bi cih jî hilweşiyaye.
Ji welatiyan Îsmet Tagal daxuyanî da nûçegihana AAyê got ku avahî di sala 1908an de hatiye avakirin. Li ser dîwarên avahiyê fîgurên ku bi destan hatine xêzkirin ên dîrokî hene. Lê belê di salên dawîn de avahî bûye wargeha kesên ku hişbirê bikartînin.
Tagal got ku "li welatên biyanî avahiyên wiha dikin muze" û ji Midûriya Çand û Turîzmê ya bajêr xwest ku li avahiyê xwedî derbikeve.
Tagal got ku avahî niha bûye xirbe û wiha dewam kir: "Avahiya dîrokî bûye wargeha kesên ku hişbirê bikartînin. Me di hundirê avahiyê de gelek şûşeyên araqê dît. Herwiha kesên ku xezneyê digerin jî her dem li vir in. Di hemû odeyan de çal vedane. Em wekî niştecihên taxê dixwazin ku avahî bê parastin."