İbrahim Atmaca
06 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Hosteyê qoqilandin û neqişandina daran Serdar Tektaşê ku li Edeneyê dijî, dixwaze hunera xwe ji nifşên nû ra bihêle.
Tektaş di 10 saliya xwe da li cem hostayekî wek çirax dest bi qoqilandina daran kiriye û 30 sal e vî karî dike. Tektaş herî zêde motîfên Selçûqî û Osmaniyan li ser daran dineqişîne.
Atolyeya Tektaş li Seyhana navçeya navend, sûka saeta mezin a dîrokî ye û tê da tabloyên darîn û eşyayên xemlê çêdike, berhemên xwe difroşe nav welêt û dervayî welêt.
Serdar Hosteyê Edeneyî serê sibê atolyeya xwe vedike û heta derengiyê êvarê dixebite, li gor daxwazê ser alavên darîn neqşên taybet an jî resman xêz dike.
Kesên ku dixwazin dersa qoqilandina daran bistînin, Tektaş bi dildarî dersê dide û dixwaze nifşên nû hunera wî hîn bibin da ku ranebe.
Tektaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, berhemên wî dîwarên gelek cihên li Edeneyê dixemilîne.
Tektaş diyar kir ku wî li ber destê hostayekî dest bi vî pîşeyî kir û wiha dewam kir, "Dibe ku em tiştekî jê qezenc nakin, lê di eslê xwe da di atolyeya me da serwet heye. Em bi serwetê beled in, lewra em motîfên hişê xwe yên bav û kalên xwe yên Selçûqî û Osmanî li ser daran neqiş dikin."