VAN
Koma akrobasiyê ya Amerîkayê ji bo "4. Mîhrîcana Sporên Avê ya Navneteweyî ya Wan û Bedlîsê" hat Wanê. "Stars Of Florîda"yê di Mîhrîcanê de xwepêşaneke bêhempa pêşkeş kir.
Piştî ku komê sê rojan li peravên Bedlîs û Wanê xwepêşan pêşkeş kirin, Waliyê Wanê Mûnir Karaoglu ziyaret kir. Komê anî zimên ku di serî de taştêya Wanê, xweşikahiya xwezayî ya herêmê, gol, Pisîka Wanê û mêvanperweriya gelê herêmê bandoreke mezin li ser wan hişt.
Ji endamên komê Alyssa Henry diyar kir ku li Wanê hînî "şemamê"ya govenda herêmê bûye û gelek ecibandiye. Henry got, gava ez vegerim Amerîkayê, ez ê govendê hînî hevalên xwe jî bikim.
Walî Karaoglu plaketên ku li ser nexşeya Dêra Axdemarê heye û hin diyariyên ku xweşikahiya bajêr nîşan didin, da sporvanan. Sporvanan jî textê sorfê yê ku li ser navê komê û şanenava sporvanan heye, diyarî Karaoglu kir.
Hat ragihandin ku kom dê Qesra Îshaqpaşa ya li Bazîda Agiriyê jî ziyaret bike.