Ji bo ku fikr û pêşveçûnên ji ber Ronesansê çêbûne bên pîrozkirin gelek çalakî hatin lidarxistin. Di fûarê de jiyana kesên ku di wê heyamê de jiyane bi şanoyan ve hatin nîşandan. Ji bilî vê di fûarê de pêşandan û reqs jî hatin kirin. Kesên çûn fûarê bi têra xwe kêfxweşbûn û roja xwe baş derbas kirin.
Di fûarê de kesek kete qilixê Keybanûya Îngîltereyê I. Queen Elîzabethê û silav da gel, bi wan re çay vexwar. Di fûarê de siwaran jî li ser hespan li hev xistin.
Hûnera 'çêkirina camê' ya ku di dema Ronesansê Ewrupayê navdar bû jî, di fûarê de hat nîşandan û tiştên ku ji camê hatin çêkirin jî firotin.
Ev fûar ewil di 1963an de li Malîbûyê ji bo xwendevanan û malbatên wan bi navê "Dîroka Dijî" hatibû li darxistin.