Emre Ağaçe
20 Îlon 2026•Rojanekirin: 20 Îlon 2026
Li Bîngolê "Festîvala Zazayan" ku ji hêla Federasyona Komeleyên Domandina Ziman û Çanda Zazayan hat lidarxistin, piştî çalakiyên roja duyem bi dawî bû.
Di roja duyem û dawîn da ya festîvala ku li qada li kêleka Şaredariya Bîngolê hat lidarxistin Maral, Cumali Alp, Ekin Akkaş, Avni Polat, Mustafa Topaloglu û hunermendên herêmî derketin ser dikê.
Li qada festîvalê welatiyan bi sitranên ku hunermendan gotin, wextekî xweş derbas kir.
Li cihên ku li qada festîvalê ji bo lîstina zarokan hatin veqetandin jî çendîn çalakî hatin lidarxistin.
Şaredar Erdal Arikan, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Domandina Ziman û Çanda Zazayan Ferhat Dopdogru û welatî beşdarî festîvalê bûn.